سیما تیڤی

Masrur Barzanî beref Bexda bi rêkeft

Navenda Nûçeyan – Sema
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel berpirsên bilindên hikûmî û serkirdeyên aliyên siyasî yên Êraqê dê kom bit.
Siba îro şembûyê, 23ـy eyara 2026, Masrur Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji firokxaneya nêvdeveletî a Hewlêrê beref Bexdaya paytextê Êraqê bi rê keft.
Di vê seredanê da ku dê du rojan vekêşt, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Elî Zeydî, Serokwezîrên nû yê fîdral; Heybet Helbûsî, Serokê Perlemanî; Fayeq Zêdan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî a Êraqê û jimareka serkirdeyên hêzên siyasî yên Şîe û Sunne kom bit, ku karîgeren li ser gorepan û proseya siyasî ya Êraqê.
Bi goreyî ragehandna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di kombûnan da, zêdebarî gengeşekirinê li ser dawî guhêrîn û pêşveçûnên rewşa giştî ya Êraqê û deverê, çareserkirina arîşeyên helawistî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fîdral da li ser binemayê destûrî, dê îte behs kirn.

><