سیما تیڤی

Serok Wezîran: Bingahê Lalîş xizmetka berçava kultûr û hunerê resenê Kurdî kiriye

Navenda Nûçeyan – Sema
Duşembûyê 12ê Ayara 2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi helkefta salroja damezrandina Bingahê Lalîş, peyameka pîrozbahiyê belavkir û têda radgehînt, Bingahê Lalîş xizmetka berçava kultûr û hunerê resenê Kurdî û dab û nerîtên civaka Êzdî kiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşekê dî yê peyama xwe da radgehînt, Bingahê Lalîş rolekê girîng di bi hêzkirina birayetiyê û pêkvejiyanê di nav pêkhateyên Kurdistanê da heye.

Deqê peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Salvegera 32 ya damezrandina Bingahê Lalîş yê rewşenbîrî û civakî, li Serok û Endamên Desteya Bilind û hemû xwîşk û birayên Êzdî pîroz dikem û hêviya pêşkeftin û berdewambûnê bo we dixwazim. Bingahê Lalîş xizmetka berçava kultûr û hunerê resenê Kurdî û dab û nerîtên civaka Êzîdî kiriye û rolekê girîng di bi hêzkirina birayetiyê û pêkvejiyanê di nav pêkhateyên Kurdistanê da heye.

Damezrandina Bingahê Lalîş pîroz bît û her serkeftî bin.”

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2025/5/12

><