سیما تیڤی

Wişyan Xedêda: kar ji bo gerentîkirina mafên Êzdiyan dê kem

SEMA

Wişyan Xedêdai omo, berbijara Kurdên Êzdî bo hilbijartinên Parlamentê Kurdistanê amajê bi wê çendê diket, her qanûneka mafên Êzdiyan bin pê biket dê kar li ser keyn bo destveînana mafên Êzdiyan û xêzanên şehîdên serblind û pêşmergeyî.

Wişyan Xdêda, berbijara jimare 48 li ser lîsta 190ya Partî Dîmokratî Kurdistan bo hilbijartinên xola şeşê yên Parlamentê Kurdistanê bo Sema got: Weko karê parlamentî karê serekê dariştin û derêxstina qanûnaye gelek qanûn ji Parlamentê Kurdistanê derçûyne û grngî bi Êzdiyan hatiye dan, lê kêmasî têda hene, dê kar bo nehêlana kêmasiyan keyn, peyama me bo hemû dengderên Êzdî ewe pêkve roja 20/10/2024ê biçne ser sendoqên dengdanê û deng bi lîsta pêkvejîanê û avedanî û aramî û tenahî û xoragriyê lîsta 190 biden û take berbijara Êzdiyan ya jimara 48 dê bi dengên Êzdiyan li parlamentî kar bo gerentîkirina mafên Êzdiyan û jîyaneke bextewer û ayndekê geş û yeksanî û pêkvejîan û dadperwerî û serwerîya qanûnê keyn, hemû karan bo gerentîkirina mafên Êzdiyan li Parlamentê Kurdistanê dê keyn û nahêlin çu xedr li Êzdiyan bête kirin ku Serok Barzanî û hemû kabîneyên hikumeta herêma Kurdistanê piştewaniyê li Êzdiyan diken dê berdevam bîn”.

Serok Barzanî û hemû kabîneyên hikumeta herêma Kurdistanê piştewaniyê li Êzdiyan diken

Berbijara Êzdî dibêjit: Her li xola êkê ya Parlamentê Kurdistanê Êzdiyan cihê xo li parlamentî hebûye, weko dîrok cihê şanazîye lê bo bi destveînana mafan pêdvîye Êzdî hêşta kar biken ew jî bi rîya parlamentî û derêxstina qanûnan.

Navhatiyê dupatker, dê kar keyn deverên Êzdiyan bikevne di nav planên stratîjî da bo geşepêdana abûrî û deverên Êzdiyan neêne bê behrkirin û ptir xizmetgozarî bigehne deverên wan li snûrê parêzgeha Dihokê, dîsa bo xoşkirina jîyana pêşmergeyî hêmayê serfiraziyê û xêzanên serblindên şehîdan dê kar kem û hemû bizavan bo badeka cînosaida Êzdiyan û ptir nasandina keysa cînosaida Êzdiyan li ser astê cîhanê li Parlamentê Kurdistanê dê keyn.

><