سیما تیڤی

Mehma Xelîl: Hindek berprisên Iraqê hevpişkên jenosayda Êzdiyan bûn

Navenda Nûçeyan – Sema
parlamentarekê Êzidî li encûmenê nûnerên Iraqê zaniyariyan li dor beşdariya berpirsên Iraqê di cînosaîda Êzidiyan da aşkira dike.

Şembûyê, 22ê Şubata 2025ê, Mehma Xelîl, endamê fraksiyona Partî li Parlamentê Iraqê di kongreyek rojnamevanî da ragihand: Hêşta dadperweriya civakî Şingalê bih nehatiye û dever ya wêrane û avedaniyê dest pê nekiriye û xelk jî nehatiye qerebûkirin.

Derbareyî yasaya lêbûrîna giştî, parlamentarê Êzidî, dibêjit: “Ew kesên xelkê Şingal kuştin nabit bêne azadkirin me skala dvê keysê da tomarkiriye û daxwaz kiriye her kesekê destê xo d xûna xelkê Şingalê da hebit nabit yasaya lêbûrîna giştî jî bigrit û pêdviye hemû tawanbarên keysa Şingalê bigehne sizayê xo”.

Mehma Xelîl bas l wê çendê jî kir, hêşta cînosayîda Êzdiyan l ser destê terorîstên DAIŞê ya berdewame û hindek berpirsên Iraqê hevpişk û beşdarî cînosayîda bûn.

Herwesa got jî: Veguhastina xêzanên DAIŞê l kempa Holê û derbazkrina wan d nava axa Şingalê da bo kempa Cedʿe l Mûsilê, bêrêzikirine hemberî Êzdiyan dête kirin.

><