سیما تیڤی

Bendava Duhokê nêzîke tije bit

Navenda Nûçeyan – Sema

Parêzgarê Duhokê seredana bendava Duhokê kir û ragehand, kêmter ji mêtrekê maye bendav tije bit û bi ser da biçt.

Îro roja duşembuyê 30-yî Adara 2026, Dr. Elî Teter, parêzgarê Duhokê bi amadebuuna Ferhad Mihemed Tahir, rêveberê bendava Duhokê û stafê rêveberiyê seredaneka meydanî bo bendava Duhokê encamda bi merema haydarbuun li ser rewşa wê û komvebuuna avê piştî pêlên baranbarîna vê dawiyê.

Parêzgarê Duhokê diyarkir, di îsale da bi egerê baranên zor bendavê navbirî 22 milyon metrên mukeeeb yên avê wergirtine û bitnê 95 santîmetir mayne tije bit û bi ser da biçt, jibo parastna giyanê welatiyan aliyên peywendîdar hatne raspardin bi zutrîn dem dest bi rakrina hemû wan bermayk û glêşên bi egerê lehyan hatîne xwar biken da ku li demê serrêjbuuna bendavê neyêne di nav senterê bajêrî da.

Di pişkeka dî ya axftna xo da Dr. Elî Teter behsê rewşa emnî ya giştî kir û ragehand, Herêma Kurdistanê beşek nîne ji van aloziyan û bi mxabnî ve hinek gropên tîrorstî bzavên têkdana seqamgîriya herêmê dden û dupatî li ser wê yekê kir ku pêdiviye hemû welatî û dezgehên ragehandnê pêgiriyê bi rênmayên slametiya giştî yên hikumeta Herêma Kurdistanê biken da ku êmnahiya deverê ya parastî bit.

><