سیما تیڤی

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye

Navenda Nûçeyan – Sema
Mesrûr Barzanî, cêgrê Serokê Partî Dîmokratî Kurdistan peyamek bi helkefta (73) hemîn salîyada damezrandina Êkêtîya Afretên Kurdistanê belavkir û dibêjit: Êkêtîya Afretên Kurdistanê herdem li rêzên pêşîyê yên berevanîkrinê ji mafên afretan û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bû, piştevaneka bê wêne ya hêzên pêşmergeê Kurdistanê bû.

Îro pênc şembûyê, 11ê Kanûna êkê 2025, Mesrûr Barzanî, cêgrê Serokê Partî Dîmokratî Kurdistan bi helkefta (73) hemîn salîyada damezrandina Êkêtîya Afretên Kurdistanê peyamek belavkir û û ragihand, germtirîn pîrozbahîya li sikrtêr û endamên mekteba sîkrtayirîyet û hemî endamên Êkêtîya Afretên Kurdistanê dikim û hêvîya serkeftin û berdewamiyê bo dixwazim.

Mesrûr Barzanî di peyama xo da amaje bi wê çendê da, di mêjûya gelê Kurdistanêda, Êkêtîya Afretên Kurdistanê, rolekê girng û pêşeng hebûye û hemî dema di rêza pîşeî ya berevanîkirinê bûye ji mafên afretan û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê û piştevanên bê wêne û hêza pêşmergan Kurdistanê bûyne û nimûneya geşa xebat û qorbaniyan û gîyan bexşîn bûyne ji pênavê mafên gelê Kurdistanê, rolekê diyar jî di dakokîrkirin ji mafên afretan û pêgehandina çendîn afretên serkirde hebû.

Cêgrê Serokê Partî dibêjit: hîvîdarim Êkêtîya Afretên Kurdistanê, rolê pêşengane û xebata xo ya rêkxiraweyî berdewam bît bo bicihênana amancan ji pînavê zêdetir xizmetkirina afretên Kurdistanê û berevanîkirin ji maf û daxwazîyan.

><