Sema
Sazya Mîrzo ya Mûzîkî diyarkir: Ew niha kar li ser nûtirîn berhemê Honerî dikin ku destpêka Cenosaydê heta vegera xelkê ji bo Şengal bi xweve digire ku ev car cudaye ji salên borî.
Fehid Herbo, Berpirsê Sazya Mîrzo ya Mûzîkê li Şingal ji bo Sema wesa got: Dema vegera xelkê Şingal nêzîk bûye, Ji bo ev sale me karekî cuda ji salên borî ji saxkirna roja Cenosayda Êzdiyan re berhevkirye, Ewjî em kar li ser çêkirna kilîpekê dikin û naveroka wê li ser reva xelkê Şingale ji bo Çiya û mana wan dinav çadran de û dîsan jî vegera xelkê ye ji bo ser cih û warê xwe.
Herbo li dor vê kilîpê got: Kilîp ku bi Şêwê sitrangotinê di qonaxên karkirnê daye, Hemû pêkola dikin ji berî salvegera Cenosaydê bi dawî bibe.
Tê zanîn sazya Mîrzo ya Mûzîkê li Şingal li sala 2019ê ji aliyê Honermendê Kurd Xenî Mîrzo ve hatîye çêkirin û girnigyê dide parastina Keltûr û Foliklor û Mûzîka Şingalî û Kurdî bi tevayî.