Navenda nûçeyan – Sema
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê, dê kampînekê bo derçûyên peymangeha û kolîjan encam det.
Li roja şembûyê 3ê Adara 2025ê, bi serperştîya Seîd Cirdo, serokê Bingehê Laleş û bi amadebûna Dr. Seîd Xudêda cêgirê serokê bingehî û endamên desteya bilind kombûna asayî ya Bingehê Laleş bi rêveçû.
Çend tewer dkombûnê da hatne behiskirin, ji wanjî helsengandin a konfiransê zanistiyê nêvdewletî yê Êzdiyan û xweberhevkirin bo kampînekê bo derçûyên peymangeha û kolîjan.
Ji alîyekê dî ve, bas li berhevîyan bo saxkirina salîyada damezrandina Bingehê Laliş hate kirin.
Eve û zêdebarî çend pirsên dî yên grêdayî bi karûbarên bingehî ve hatine gotûbêjkirin.