سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan Bangewazîyeka bi Lezgîn Dighîne Cîhanê

Sema
Îro, sêşemiyê 3yê Kanûna Êkê 2024an, Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li Kurdistanê, Îraqê û Cîhanê Bangewazîyeka bi lezgîn ve arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîhanê kir û dibêje: “Di hawarê Êzidiyên Sûriyê de biçin”.
Di daxuyaniya Mîrê Êzdiyan de hatiye, daxwazê ji Civata Ewlekariya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin di hawarê Êzidiyên Sûriyê de biçin, wan şer û aloziyên berî çend rojan li welêt Sûriyê û taybetî Parêzgeha Helebê çêbûyî, em dilgiran kirine, bi taybetî jî piştî şer û aloziyên nêzîkî gundên Êzdiyan bûyî.
Herweha hatiye, heta niha jî Êzidî di nav êş û azarên Jenosîda sala 2014an de ne, hêvîdar in cîhan xwedî helwêst be û çi Jenosîdên din li ser serê Êzidiyan de neên.
Di beşekî din yê daxuyaniyê de hatiye, hejmara Êzidiyan li welêt Sûriyê zêdetir ji pênc hezar kesan e, niha jî tirsek heye ku rûbirûyî fermanekey mezin bin, berî niha jî Êzidî li welêt Sûriyê ji aliyê grûpên radîkal ve, bûne armanc û niha jî heman tirsê heye.
Diyar kiriye jî, daxwazê ji Hikûmetên Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin, bi zûtirîn dem, Êzdiyan ji navendên şer dûr bixin û li Îraqê û Kurdistanê pêşwaziyê li wan bê kirin.

><