Sema:
Dû ciwanên Êzdî piştî heft rojan li welatê Almanya wenda bûn li roja yekşemê 16-6-2024 li welatê ferensa hatine dîtin.
Behzad murad elyas ku emrê wî 15 salin û rezvan welîd şêx silo yê 16 salî, li rêkeftî 10-6-2024 li bajarê bîlîfêld li Almanya ji mal derkeft bûn û wenda bibûn.
Welîd şêx silo, babê rezvan ji bo ( Sema) da diyar kirin: li roja yekşemê herdû ciwana peywendî bi wan kirye ku ew di saxin û li welatê ferensa asê mane û ew daxwaz dikin ku alîkarya wan werte kirin da careka din vegerne mal.
Û li gorî gotinên wî heta niha sedemê wendabûna wan naiyê zanîn.