Dîdar: Merwan Dawid – Sema
Hozan Dîno, ew dengê ku bi soz û evîna welatî hatiye naskirin, di daxuyaniyeka taybet de bo “Sema TV” behsa wêstgehên jiyana xwe û hezjekirina xwe bi civaka Êzdî dike. Dîno ku bi strana “Oy Yarê” di dilê her kurdekî de cihê xwe kiriye, di vê dîdarê de bi rêz û mezinahî ve li dîrok û rola Êzdiyan dinêre.
Ji Dayikbûn û Destpêka Jiyana Hunerî
Hozan Dino li sala 1969 li gundê (Xewskari) li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwandina xwe ya seretayî û navincî li devera (Xoçvan) temam kiriye. Ji pêxemet bi destxistina zanist û layenê akademî yê hunerî, berav Îstenbolê bi rê ket û li wêderê bû endamekî kara di akademiya navendî ya çand û hunera Mîzopotamiya de.
Dino hunermendekî gishtgîr e; têkst, awaz û mûzîk bi temamî berhemê hizra wî ne. Berhemên wî awîneya evîna welat, şoresh, cuvaniya sirushtê Kurdistanê û pirsên mirovayetî ne.
Koçberî û Xebat li Ghurbetê
Li salên 90 dan ji çerxê derbasbûyî, jiber têkçûna barûdoxê siyasî yê kurdan li Bakurê Kurdistanê û Turkiya, û herwesa hindek arîşeyên abûrî, Hozan Dino neçar bû li sala 1998 rû bikete welatê Holanda û heta îro jî li wêderê jiyana xwe berdewam dike, lê çi jaran dest ji xizmetkirna hunera kurdî bernedayine.
Êzdî û Parastina Resenatiya Kurdî
Derbarey civaka Êzdî, Hozan Dino di dîdara xo de bo (Sema) weusa got: “Silav bo hemû civaka me ya Êzdî û bi taybet Êzdiyên me yên Shingalê. Bi rastî civaka me ya Êzdî parêzvanên herî destpêkê yên çand û hunera kurdî ya resen in. Sererayî wan hemû jenosayd û hewlên ji navbirna vê civaka resen û pîroz, her man û dê her mînin. Dema dizanim dinav vê civakê de hezjeker û piştewanên min hene, ez hest bi berpirsyariyetiyeka mezinter dikem.”
Hîvî û Peyama Dumahiyê
Dîno aşkera kir ku plan heye ev sale seredana Bashûrê Kurdistanê biket û got: “Dê bi dîtna hezjekerên dengê xo şad bim, min divêt ez li cihên cuvan yên Kurdistanê bigerm, wek Zaxo, Duhok û bi taybet Lalsha Nuranî.”
Di taliya peyvên xwe de, Hozan Dîno banga êkgirtinê li kurdan kir û got: “Pêdiviye kurd di êkgirtî bin, dûbare silavên min bo hemûyan.”
Girngtirîn albom û berhemên hunerî yên Hozan Dino:
-
Alboma (Yara Min): ku strana binavûdeng (Oy Yarê) têda bû.
-
Alboma (Çû – Çû): ku dengvedaneka mezin li ser astê Kurdistanê hebû.
-
Alboma (Nojîn).
-
Alboma (Bê Naz).
-
Strana (Bêrîvanê).
-
Strana (Welatê Min).
