سیما تیڤی

Serok barzanî: bo van core êrîşan divêt çareserîyeka cidî û êklaker bête danan

Navenda nûçeyan- sema
​serok barzanî di peyamekê da bo deshelatdarên ‘êraqê û civakê nêvdewletî, êrîşên berdewam yên bo ser herêma kurdistanê bi “şerfroştineka aşkira û zulmeka mezin”e  binavkirn.

Serok barzanî bo cara êkê eşkera kir ku bitnê di mawê vê cengê da, pênc caran baregayê barzanî hatye armancikirn. Wî cext li ser wê çendê kir ku êdî bi şermezarkirn û lijneyên vekolînê kêşe çareser nabin û pêtvye bexda helwestekê êklaker hebit. ​îro êk şembûyê 29î adara 2026, serok barzanî derbarey hêrşên vê dawyê yên ser herêmê ragehandinek belavkir û têda amaje da ​” herêma kurdistanê çu caran nebûye beşek ji ewan kêşe û şeřên li deverê heyn, belê mixabin komeke xelkê hene terkîza wan li ser wê çendê ye ka çawa û bi ç rêyekê dijatîya herêmê biken û herdem bi neheqî êrîşa herêm û pêşmergey diken û dibne heřeşe li ser jiyan û êmnahîya xelkê. ”

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

Bi dirêjahiya dîrokê, gelê Kurdistanê tu carî bi şer re nebûye û her dem daxwaza aştiyê û bihevrejiyanê kiriye. Ger şer li ser wan hatibe ferzkirin jî, wan her tim li berxwedaye û mafên xwe parastiye. Ev bingeh nehatiye guhertin û ji baweriyeke zexm û çandeke dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê çavkaniyê girtiye.

Cihê mixabiniyeke mezin e ku niha li herêma me şer û aloziyeke zêde heye. Niha û berê jî her dem hêviya me ew bûye ku her pirsgirêk û kêşe bi rêyên aştiyane bêne çareserkirin, ji ber ku şer her tim dibe sedema wêranî û malwêraniyê.

Di vê navberê de, cihê şaşmayîneke mezin e ku hin grûp û alî bi navê berxwedanê û bi hincet û dirûşmên bêbingeh; destûrê didin xwe ku êrîşî cihên sivîl û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregeh û navendên Pêşmerge bikin. Ev şerfiroşî û destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê.

Li vir divê her aliyek baş bizane ku sebir û hedar jî sînorekî xwe heye. Pêşmerge tu carî zilm û zordariya tu aliyekî qebûl nekiriye, nabê ku ev şerfiroşî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û asayîşa welatiyan ji aliyê wan grûpan ve berdewam bike. Ji bo vê armancê, em daxwazê ji Hikûmet û Encûmena Nûneran a Iraqê û aliyên siyasî, bi taybet Çarçoveya Hemahengiyê dikin ku bi ciddî werin ser hêl û sînorekî ji van destdirêjiyan re deynin, ji ber ku berdewamiya vê şerfiroşiyê dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Ji bilî wê yekê ku ez ji malbat û kesûkarên wan hezkiriyên ku di encama van êrîşên neheq de şehîd bûne re sersaxiyê dixwazim, em gelê xwe yê delal ê Kurdistanê jî piştrast dikin ku em ê bi hemû hêza xwe berdewam bikin da ku Kurdistan ji şer û neheqiyan dûr be û aramî û asayîş û jiyana xelkê parastî be û serkeftin her ji bo gelê Kurdistanê dibe.

Mesûd Barzanî
8ê Adara 2026

><