Sema
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta sîh û sêyemîn salvegera damezrandina Bingehê Lalişê, pîrozbahiyê li desteya bilind, endam û kadroyên Bingehê Laliş û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim. Cihê kêfxweşiyê ye ku Bingehê Laliş, bi hewldanên xemxûr û kadro û rewşenbîrên civaka Êzdî di salên borî de, xizmeteke berçav pêşkêşî civaka Êzdî û çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên Êzdiyan kiriye.
Digel destxweşiyê, hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir ji bo Bingehê Laliş û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdî dixwazim.
Di xêr û xweşiyê de bimînin.
Mesûd Barzanî
12ê Gulana 2026
