سیما تیڤی

Amerîka tekezê li ser bicihanîna lihevkirina Şingalê dike

Amerîka tekezê li ser bicihanîna lihevkirina Şingalê dike
Navenda Nûçeyan (K24) –

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezê li ser bicihanîna lihevkirina Şingalê dike û dibêje, “Pêdivî ye ew lihevkirin bê bicihanîn ji ber ku girêdayî ewlehî û seqamgirî û avakirina Şingalê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de got, “Lihevkirina Şingalê destpêkeke giring e ji bo haydarbûna ji wan kesan ên ku bûne qurbaniyên jenosîda sala 2014ê, lê ew lihevkirin heta niha wekî xwe maye û nehatiye bicihanîn, lewma jî em tekez dikin û pêdivî ye bê bicihanîn.”

Matthew Miller herwesa got, “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê her duyan dikin ku lihevkirina Şingalê bi cih bînin, ku ew lihevkirin girêdayî dabînkirina seqamgiriyê û avakirina wî bajarkî ye.”

Navbirî herwesa ragehand, “Em daxwazê dikin ku ewlehî û seqamgiriya Şingalê bi polîsên federalî û hêzên Îraqî bê spartin, xasma ew polîsên ku xelkê Şingalê ne, herwekî ku di naverokê wê lihevkirinê de hatiye û divê bên damezrandin.”

Ew daxuyaniya rojnamevanî ya Matthew Miller piştî civîneke taybet a Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken ya bi hejmareke berpirsên rêkxistinên civaka sivîl a Êzidî û Kiristiyan û çalakvanan re bû.

><