سیما تیڤی

Serok Barzanî: Bingehê Laliş xizmetek berçav pêşkêşî civaka Êzîdiyan û gelê Kurdistanê kiriye

Nûçeyan – Sema
Serok Barzanî salyada damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike û dibêjit: Xizmeteka berçav pêşkeşî civaka Êzîdiyan û parastina nerît û kultûrê gelê Kurdistanê kiriye.

Êk şembûyê, 11-05-2025, Serok Barzanî d peyamekê da, 32hemîn salyada damezrandina Bingehê Lalişê li Serok, endamên desteya bilind, kadirên bingehî û hemû welatiyên Êzdî pîroz kir.

Serok Barzanî amaje bi wê çendê da, Bingehê Laliş di salên bûrîda bi rêka karêt berçav û konfirans û proje û vîstîvalêt dewlemend û çapkirina pertûka û harîkarîkirina hezaran rizgarbûyêt destê Daişê û çendîn karêt roşinbîrî û ragihandin û hunerî xizmeteka berçav pêşkeşî civaka Êzîdiyan û parastina nerît û kultûrê gelê Kurdistanê kiriye.

Peyama Serok Barzanî b helkefta sî û dû salya damezrandina Bingehê Laliş:
Binavê Xudayê mezin û dilovan
Bi helkefta sî û dû salya damezrandina Bingehê Lalişê pîrozbaiyên xo arasteyî Serok û endamên desteya bilind û endam û kadrên Bingehê Lalişê û hemî xwişk û brayên Êzdî dikem. Bingehê Lalişê d salên bûrîda b rêka karêt berçav û konfirans û proje û vîstîvalêt dewlemend û çapkirina pertûka û harîkarîkirina hezaran rizgarbûyêt destê Daişê û çendîn karêt roşinbîrî û ragihandin û hunerî xizmeteka berçav pêşkeşî civaka Êzîdiyan û parastina nerît û kultûrê gelê Kurdistanê kiriye.
Her b vê helkeftê destxoşiyê l erk û mandîbûna Serok û endamên desteya bilind û endam û kadrên Bingehê Lalişê dikem û hîviya berdewamiyê û pêşkeftinêt pitir bo Bingehê Lalişê û hîviya aramî û xoşiyê bo hemî xwişk û brayên Êzdî dixwazim.

Bimînin di xêr û xoşiyanda
Mesûd Barzanî
11ê Ayara 2025

><