سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan pêşwazî li Balyozê Îtaliya li Îraqê kir

Navenda Nûçeyan – Sema

Îro duşembûyê, 17ê çirya duwê 2025, li perestgeha Lalişê Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Îraq û cîhanê pêşwazî li balyozê Îtaliya li Îraqê û şandê digel da kir.

Nîkolo Fontana, balyozê Îtalya li Îraqê û konsulê giştî yê Îtaliya li Hewlêrê, ji layê mîrê Êzdiyan û zelamên olî û kesayetiyên civakî ve hatine pêşwazîkirin.

Luqman Silêman, berpirsê ragihandina perestgeha Lalişê, bo Sema diyarkir, di rûnşitinê da mîrê Êzdiyan û balyozê Îtaliya, rewşa Êzdiyan û bi taybetî ya Şingalê û jiyana nalebarî ya awaran di nav xîvetan da û revandiên di nav destê tîroriştên Daişê da main gutobêjkirin.

Weko berpirsê ragihandina perestgeha Lalişê gotî: mîrê Êzdiyan daxwaz li hikumeta Îtaliya kir digel herdu hikumetên herêma Kurdistanê û Îraqê harîkarbin bo çareserkirina kêşeyên Êzdiyan.

Gotjî: paşan şandî geryanek di nav hinderê perestgeha Lalişê da kir û ji nêzîk ve zanîyarî li ser rêûresmên olî û civakî yên li perestgehê dêne gêřan wergortin.

Ev seredan girng in bo nîşandana cîhanê ku Êzdî pêkhateke girng ya mirovahiyetê ne û hişyarkirina cîhanê bo jînosaîda bi ser Êzdiyan da hatî li ser destê Daişê û nasandina bawerî û çanda Êzdiyan, bidestveînana piştgirîya nêvdewletî û rêgrîkirin li dubarebûna komkujiyên li dijî Êzdiyan.

><