Sema:
Biryar e sibê li roja sêşemê 25î xizêranê, Mîr hazim tehsîn beg mîrê êzdiyan li kurdistan û îraq û cîhanê ku niha li welatê almaiya ye peyameka girng ji bo êzdiyan araste bike.
Mîrê êzdiyan dê li gel kesatiyên civakî û olî û nûnerên malên êzdiyan û rewşenbîran li bajarê minşin li welatê almaniya bi cive.
Xêrî şingalî, sikritêrê mîrê êzdiyan taybet ji bo (Sema) got: Bi armanca ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa êzdiyan, Mîr hazim tehsîn beg dê civîneka şîretkarî li gel êzdiyan li bajarê minşin ê almaniya encam bide.