سیما تیڤی

15 sal bi ser mirna Xidir feqîr re derbas dibin.

‌Honermendê nemir ‘’ Xidir feqîr’’ Dengekî zindî.

Sema:

Kewê çiyayê Şingalê û xwendekarê Dibstana Şêx mûs a sitrana Foliklorî û Aşqê her çaxekî ji emrê xwe û xwedanê dengekî zelal û kêm heyî, Aşqê sitrana Eyşa balê, Ewê çi dema em guh li peyva sitrana Şingal dibin dengê wî raste rast dikeve guhê me, Xidir feqîr sitranbêjekî mezin ê çiyayê Şingal e, Navê wî ê rast ( Xidir kurê xwdêda kurê keçel kurê biro kurê omer) e, navê daka wî ( Edul Îbrahîm) e, Navhatî ji malbata Zero ye ji  êla feqîra ye, li sala 1950ê li gundê( Simê hêstir) ser bi navçeiya Kersê ya wî demî ve û di nav çiyayê Şingalê de ji dayk bûye û paşî malbata wan li gundên Milik û berana û dawiyê jî li komelgeha Borik a bakurê çiyayê Şingal bi cî dibin.

Xidir feqîr di navbera salên (1973 û 1974)ê bi (Xezal derwêş) re zewcî ye û bûne dak  û babên Yazde zarokan ewjî evin:( Elî, Meyan, Tehsîn, Îsmail, Seîd, Xêrî, Hedya, Nasir, Dilxwaz, Dilvîn, Rwken).

 

Xidir feqîr li ser destê babê xwe fêrî sitran gotinê bûye ji ber babê wî ji dimal de sitran digotin û herweha gelek sitran ji devê sitranbêj Şêx mûs jî wergirtine û ew jêre dibe Mamosta ji  bo gotina sitrana Foliklorî a çiyayê Şingal û paşî bi berfirehî dikeve qada sitran gotinê de.

Li sala 1970ê Xidir feqîr yekemîn kesêta xwe a sitran gotinê çêdike û berdewam sitrana li koçik û dîwan û dawetan dibêje û herweha hemû corên sitrana jî gotîne, Sitranên Eşiq û evînê û mêrxasiyê û qaremana, Şer û fermana, Sitranên mîna ( derwêşê evdî, Hemê û keneên, Mala qito û nêsir, Temmer begê zerî, Şivanê oso, Newaxa Îbrahîm paşa, Eyşa balê, Casim beg, Edul û gênc xelîl)…hwd. û xweştirîn  sitran li be dilê wî sitrana (Eyşa balê) bû.

Herweha Xidir feqîr sitran bi çend sitranbêjên çiyayê Şingalê re gotine, Mîna ( Şêx mûs, Derwêş şêx mîrza,Lazgîn seydo, Kiçê emê, Qepal, Pîr miço, Xelaf Şingalî)…hwd.

Xidir feqîr berdewam hewil dida ku zarokên  xwe jî fêrî gotina sitranê bike û niha dû kurên wî ( Elî û tehsîn) dirêjiyê bi xebata wî didin ji bo sitran gotinê. Deng û sitrana Xidir feqîr ne bi tenê li çiyayê Şingal deng veda belê li hemû Behdîna belkî bigre li Kurdistanê bi temamî deng veda û dîsan jî bûye mamostayê sitrana Foliklorî û çend Honermend ji ser destê wî fêrî sitran gotinê bûn ji wan jî (Bilnd Îbrahîm) e û herweha berhevyî çend pirogramên TV yan û Radyoyan bûye û xezîneka mezin a sitran gotinê li  pey xwe hişt ye.

Li sala 2005 xêzana wî ( Xezal) diçe ber dilovanya xwedê û bi mirna wê gelek êş û azaran dibîne û ji ber Eşqa Xidir feqîr a berdewam ji bo Xezalê sitranekê bi navê wê çêdike û dibêje ku bi vê sitranê derd û êşên xwe diyar dike ku di niha de ev sitran di nav honerê Şingal de cihekî mezin heye û berî mirna xwe Xidir feqîr Daxwaz dike dema ew jî dimre wî li cem xêzana wî ( Xezalê) veşêrin.

Li roja 29_6_2009ê li bajarê Dihok Xidir feqîr diçe ber dilovaniay xwedê û li ber mezelê Şerefedîn li  çiyayê Şingal li cem Xezalê di ête veşartin.

Piştî mirna wî Aşqên dengê wî roj bi roj zêde dibin û sitranên wî di êne gotin û nû kirin, Herweha çend Vîsteval û konferanis û raporên cida cida li ser navê wî û xebata wî hatin e çêkirin.

><