سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan: Revendên Êzdiyan rolekê giring bo piştevanya civakê xwe dilîzin

Sema
Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê seredana revenda Êzdiyan li bajarê Oslo li welatê Norwêcê kir û bi germî hate pêşwazîkirin.

Di çarçovê seredanê da Mîrê Êzdiyan ji nêzîk ve haydarî rewşa revenda Êzdî li bajarê Oslo û bajar û herêmên din yên Norwêcê bû.

Mîr Hazim dupatkirî, gringe hevkarî û piştevanya di navbera Êzdiyên li welat û li derveyî welat ji bo berjewendiyên Êzdiyan hebit.

Amaje bi wê çendê da îro revenda Êzdiyan rolekê giring bo piştevanya civak û doza Êzdiyan dilîzit.

Mîrê Êzdiyan diyar jî kir, Êzdî êk leşin û çu endam ji leşî nayête veqetandin, ji ber ku ev dê bite egerê nexweşiyê ji bo beşên din yên leşî.

><