Navenda Nûçeyan – Sema
Civata Ruhanî ya Bilind ya Êzdiyan di kombûna xwe da 25 gramên zêrî bo nextê kiçê cîgirkirin û heftîyek molet daye mezin û muxtarên Êzdiyan bo êklankirina nextî.
Li duv nîvisareka fermî ku bi dest Sema ketiye, li roja 11-1-2025ê, Civata Ruhanî ya Bilind ya Êzdiyan kombûna xwe bi serperştîya Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan û Serokê Civatê kir û têda nextê kiçê li nik Êzdiyan gengeşekirin, piştî behayê zêrî bilindbuoyî.
Herwesa têda hatiye, piştî piriya Êzdiyan daxaza kêmkirina nextê kiçê kirî, Mîrê Êzdiyan pêşniyarkiriye 25 gramên zêrî yên eyar 21 bo nextê kiçê bêne diyarkirin.
Her li gorey nîvisarê, Civata Ruhanî mawê heftiyekê daye serok hoz û muxtar û rihspiyên Êzdiyan boçûna xwe li dor diyarkirina nextê kiçê biden.
Çavê gencên Êzdî li biriara nû ya Civata Ruhanî ye bo diyarkirina nextê kiçê, daku proseyê hevjîniyê pêk bînin.