سیما تیڤی

Se’îd Cirdo: Kar li ser gehandina maf û mezlûmiyeta Êzdiyan dikeyn

Navenda Nûçeyan – Sema
Serokê Desteya Bilinda Bingehê Lalişê li Dihokê amajê bi wê çendê diket, Bingehê Laliş maf û mezlûmiyeta Êzdiyan gehandiye layenên peywendîdar û keysa cînosaîda li dijî Êzdiyan hatiye encamdan li ser destê terorîstên DAIŞê karakiriye.
Êk şembûyê 5ê kanûna êkê 2025ê, Seîd Cirdo, Serokê Desteya Bilinda Bingehê Lalişê li Duhokê bo Sema ragehand: Bi piştevanya rastewxo ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, Bingehê Laliş di sala 2024 da komeka çalakiyên rewşenbîrî û edebî û xêrxwazî encam dayne.
Kar û çalakiyên Bingehê Laliş li sala 2024ê da:

Bidestvehanîna rezamendiya rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Encumenê Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mînheyekê bo rizgarbûyên destê DAIŞ ku heyvane bi serperştiya Bingehê Laliş dihête dabeşkirin.
Dabînkirina berdewamîdan bi xwendinê ji bo qutabiyên rizgarbûyî ji destê DAIŞ bi rezamendiya Wezîrê Perwerdê li dûv rênmayên Serokwezîran.
Temamkirina berheviyan ji bo vekirina Kenalê Sema yê ser bi Bingehê Laliş ve, bi piştevanya rastewxoya Serokê Hikûmetê rêzdar Mesrûr Barzanî.
Temamkirina berheviyan ji bo vekirina senterekî piştevanya civakî û çareserkirina derûnî bo rizgarbûyên destê DAIŞ li dûv rênmayên Serokwezîran.
Weşana sê jimara ji govara Laliş ya werzî û jimara çar ya berheve ji bo çapkirinê.
Weşana sê ktêba û ansîklopediya nivîserên Êzdiya ya berheve ji bo çapkirinê.
Weşana salnameya Laliş ya helkefta.
Berdewamîdana pêncşema rewşenbîrî ku heftiyane mijarek cihê pûtepêdanê danûstandin ji aliyê bijareyeka rewşenbîranve li ser dihête encamdan.
Serperştiya lîjna babetê Êzdiyatî ji bo hemû qonaxên xwendinê.
Beşdarî li çendîn konferansên lokalî û navdewletî.
Têkiliya berdewam li xweşî û nexweşiyên civakî.
Harîkariya çendîn nivîser û hunermend û tîmên xwebexş û haletên pêtvî.
Gehandina peyama maf û mezlûmiyeta Êzdiyan ji bo layenên peywendîdar û karakirina keysê cînosaîda li dijî Êzdiyan hatiye encamdan li ser destê terorîstên DAIŞê.
Pêşwazîkirin li çendîn nivîser û vekoler û rêkxirawên civaka sîvîl.
Xurtkirina peywendiyan digel layenên hikûmî û akademî û rewşenbîrî û civakî.
Harîkariya berdewama texa qutabiyan.
Belavekirina gotara birayetiyê û pêkvejiyanê dinavbera hemû ayîn û pêkhatên Kurdistanî û Iraqê bi giştî.
Drustkirina hemahengiyek mukûm dinavbera Bingehê Laliş û cenabê Mîr û civata ruhaniya Êzdiyan.
Ragehandina konferansekî nêvdewletî derbareyî Êzdiyan ku li dawiya heyva çar ya îsale bi hevkarî li gel zankoya Duhokê dê hête encamdan.
Encamdana bi sedan çalakiyên rewşenbîrî û werzişî û civakî ji aliyên tayî û nivîsîngehên Bingehê Laliş li deverên cuda cudayên Êzdiyan.

Serokê Bingehê Laliş da zanîn jî: Bi piştevanya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet Serokê Hikûmetê, karwan yê berdewame ji bo xizmeta zêdetra civaka Kurdistanê bi giştî û ya Êzdiyan bi taybetî.

><