سیما تیڤی

37 gorên bikom li Şingalê nehatîne hildan

Sema
Li şingalê hêşta 37 gorên bi kom yên qurbanyên êzdî nehatîne hildan û metirsya ji navçûnê li ser heye.

Piroseya hildana gorên bikom bi şêweyekî sist bi rêve diçt û gelek rufatên qurbanyan li pzîşkya dad li bexdayê mayne.

Li roja êk şembûyê 15î îlona 2024ê,xeyrî ‘elî, berpirsê rêkixrawa bitrîkur bo mafê mirovî li şingalê bo sema ragehand: li seranserî şingalê 92 gorrên bikom û takekesî yên qurbanyên êzdî li ser destê tîrorsitên da’şê hatîne dîtin, ji wanjî 55 hatîne hildan û 37 yên dî mayne, karê vekirna gorran bi şêwekî giştî bi sistî bi rêvedçit û vê çendê karîgeryeka nerênî û metirsya jnavçûnê li ser heye.

Berpirsê rêkixrawa bitrîkur amaje bi wê çendê da ptir ji 600rûfatên qurbanyan li van gorrên bkom da hatîne derêxistin û 242 rufat hatîne naskrin û radestikrin bo kesukarên wan û bi rêwresmên olî veşartîne, zêdebarî hêşta gelek rufat li pzîşkya dad li bexda mayne û nasnameya qurbanyan aşkra nebûye.

Xeyrî dupatkir, li werzên zivistan û havînê metrisî li ser goran heye, dibit av hestîkên qurbanyan li gel xo bibet yan jî bêne sotin yan gyanewer jî biben,evca daxwazê li layenên peywendîdar dikeyn lezê li hildana gorên kom da biken.

Tîrorsitên da’şi bi sedan welatyên êzdî yên bê guneh di gorrên bkom da li şingalê gûle barankirin û tawanên dijî mirovayetyê derheqî ewanda encamdan.

><