سیما تیڤی

Rêveberê Saziya Êzdîna: Pêdvîye Sinûrek bo Tawanên li Dijî Kêmineyan bête Danan

Navenda Nûçeyan – Sema
Rêveberê Saziya Êzdîna ya Êzdiyan amajê bi wê çendê diket, em wek Kurd, ne amadene nîva gelê xwe ji dest bidin bi behaneyê “şaşiyên takekesî”.

Elî Îsso, Rêveberê Saziya Êzdîna ya Êzdiyan, îro pênc şembûyê 26-12-2024, bo Sema got: Pêdvîye îdareya nû ya Dîmeşqê sinûrekî bo tawanên li dijî sivîlan û kêmineyan bi danêt û hingî tenê dikarin li ser pêşeroja deverên Kurdî gengeşê bikin.

Navbirî bas li wê yekê jî kir, em wek Kurd, ne amadene nîva gelê xwe ji dest bidin bi behaneya “şaşiyên takekesî”, herwesa îdareya nû ta nuke gotûbêj li gel hemû pêkhateyan ne kirine.

><