Sema
Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Girtiyên Êzidî ji Destê DAIŞ’ê amajê bi wê çendê diket, hêşta zêdetirî 2 hezar kesên Êzidî bêserûşûn in.
Husên Qaidî, berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Girtiyên Êzidî ji Destê DAIŞ’ê bo Sema aşkira kir, demê rêkxirawa DAIŞ’a terorîstî dest bi ser Şingalê da girtî 6417 kesên Êzidî ketine destê terorîstan da.
Qaidî ragihand: Ji serjecmê Êzidiyên hatine girtin, ta îro 3,577 kes hatine rizgarkirin û 2,593 kesên din bêserûşûn in.
Dibêjit: Hewl û bizavên wan di berdewam in bo rizgarkirina hemû girtiyên Êzidî ji destê DAIŞ’ê.
Li 3/8/2014 rêkxirawa DAIŞ bi şêwekî hovane komkujî derheqê Êzidiyan li Şingalê encam da û bi hezaran welatiyên Êzidî hatin girtin û kuştin û derbederkirin.