Navendda nuçeyan – Sema
Bi helkefta hatina rojî û cejna Êzî ya Êzdiyan, heweka harikariyen mirovî li komelgaha şaria destpêkir.
Bingeha Laliş Taya Şaria bi hevkari û piştevaniyek Keniseyê Zaxo û qeşe Fazil û Daniel, harikariyen mirovî li ser 200 xêzanên kêm deremet yên awarayên Şingalê, xwecihên komelgaha şaria, rizgarbuyin ji destê DAIŞê û zarokan bê semyan dabeşkirin.
Harikari pêkhatibûn ji ahên xwarinê yên corawcor wek (birînc, zeyt, fasulya, şîr, tov çay, rijde, şeker).
Wek nerîtekî salane Bingeha Lalş Taya Şaria li pêşiya hemû cejn û helkeftan Êzdiyan radbe bi harikarikirna xêzanên kêm deremet.