Sema
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komellayetî li duhokê û mala êzdiyan li bajêrê oldenburg, dupatyê li encamdana çalakyên hevpişk diken bo pitir xizmetkirina êzidî û êzdînasyê.
Li roja sê şembûyê 20î tebaxa 2024ê, bi merema xurtkirina peywendyan û haydarbûn li ser rewşa êzdiyan” d. Se’îd xudêda ” cêgrê serokê bingehê laliş li dihokê seredana mala êzdyan li bajêrê oldenburg li welatê elmanya kir û jilayê “lyas yanc” serok û endamên malê ve hate pêşwazîkirin.
Do hevdîtinê da d. Se’îd xudêda, raporteka bi têr û teselî derbarey bizav û karu çalakyên bingehê laliş pêşkêşkir, bi taybet yên vê dawyê ew jî vekirina kenallî sema bi piştevanî ya hikumeta herêma kurdistanê û pirojê mînheya darayî bi piştevanî ya rastewxoya serokê hikumetê rêzdar mesrur barzanî bo rizgarbûyên êzdî ji destê da’ş.
Cêgrê serokê bingehê laliş tîşk êxiste ser berdewamya workişob û rûniştinên rewşenbîrî û çalakyên hemecor yên bingehê laliş li deverên cwadyên êzdiyan, zêdebarî berdewamîdan bi çapkirina pertokan li ser dîrok û keltorê êzdiyan.
Herdû layan dupatî li encamdana workişop û konifransan li demên bêt da kirin, bi taybet li biwarê ragehandinê piştî kenalî sema dest bi weşana xo diket hevkaryeka mikum dinavbera malê û bingehê laliş da hebit.
Jialyê xo ve, serokê mala êzdiyan bi ِşêwekî giştî bas li karu bizavên rewşenbîrî û keltorî yên encamdayn di derheqa êzdiyên ewropa û bi taybet yên oldenburg, dîsan pirojên ku li bere dinavbera zankoya oldenburg û malê da bêne kirin û bestina kongre û konifransan kir.
Bingehê lalşi û mala êzdiyan berdewam dakokyê li ser dirêjepêdan û hevbendya berhemdar û gehiştina armancên hevbeş diken, bo pitir xizmetkirina civaka êzdiyan.