سیما تیڤی

Pertoka( DI ÊZDIYATIYÊ DA RÊNÎŞANÊN MIRINÊ)dê ête weşandin

Sema
Li van nêzîkan pirtûka “Di Êzidiyatiyê de Rênişanên Mirinê” ya nivîskar Êzidî Kemal Tolan bi herdu tîpên aramî û latînî dê bê weşandin û bikeve ber destê xwendevanan.

Derbarê berhemê xwe yê nû de nvîskarê Êzidî Kemal Tolan ji Sema re ragihand: Pirtûka “Di Êzidiyatiyê de Rênişanên Mirinê” li vê dawiyê derketiye û du beş in, bi herdu tîpên aramî û latînî yên zimanê kurdî. Li nêzîk dê bê weşandin.

Li dor naverokê pirtûkê Tolan dibêje: Di naverokê de behs li rêûresmên mirinê û taziyan û her tiştekî girêdayî bi mirinê ve ye di Êzidiyatiyê de û qewl û beyt tê de hatine gotin digel şirovekirina wan.
Nivîskarî amaje kir, pirtûk bi qebareyê navîn ji aliyê dezgeha Doz ve hatiye çapkirin û li van nêzîkan dê bê weşandin.

Tolan, yek ji nivîskar û vekolerên diyar ê kevneşopên Êzidiyan, li gundê Şemzê li bajarê Batmanê ji dayik bûye û niha li welatê Almanyayê akincî ye.

><