سیما تیڤی

Komela Civaka Êzdiyan hate damezrandin

Navenda Nuçeyan – Sema
Komela Civaka Êzdiyan li bajarê Tomba li welêt ustraliya hate damezrandin û yekem civîna xwe kir.

Şemiyê 7ê Kanûna Yekê 2024ê, Salim Huseyn, yek ji endamên Komela Civaka Êzdiyan bo Sema ragihand: Ev komele li ser destê komeka gencên Êzdiyan hate damezrandin û yekem civîna xwe encam da û çendîn pirs û mijaran girêdayî bi rewşa Êzdiyan ve gotûbêj kirin.

Herweha got: “Armanca me dê xizmetkirina ziman, kultur û parastina dab û nenrîtên Êzdiyan be û nasîn(anîn)a Êzdiyan bo civakên din be”.

Endamê komelê bas li wê çendê jî kir, wek pêngavên dahatî dê gel hukumet û rêxistanan peywendiyan xurt bikin, da ku bikarin baştir xizmetê civaka xwe bikin.

Piştî jenosîda Êzdiyan li 3yê Tebaxê 2014ê li ser destê rêxistoya DAIŞ ya terorîst, zêdetirî 2 hezar koçberî welêt Ostralya bûne û jiyana xwe li wêderê derbaz dikin.

><