Navenda Nûçeyan – Sema
Rêveberê Koç û Koçber û Bersivedana Qeyranan li parêzgeha Dihokê ragihand, bernamê vegerandina awaran li kempan bo Şingalê dûbare dê dest pê ket.
Şembûyê, 11ê kanûna duwê 2025ê, Pîr Deyan Cefer, rêveberê Koç û Koçberan û Bersivedana Qeyranan li parêzgeha Dihokê bo Sema ragihand: li kempên awaran dê dest bi tomarkirina navên awaran bo zivîrîna Şingalê ête kirin, bi taybetî bo akinciyên Girêzêr, Sîbaşêxidrê û Skiniye û çendîn deverên dî yên ser bi Şingalê ve.
Pîr Deyan amaje bi wê çendê da, navên awaran bo vegerandina Şingalê dê êne tomarkirin û her awarekî bivêt dikart xwe tomar biket.
Di maweyê çend salanda bi hevkarî digel Dezgehê Xêrxwaziyê Barzanî û rêkxirawan harîkarîya vegerîyana awaran bo Şingalê dête kirin.