سیما تیڤی

Xalid Seydo Ezîr: Kerameta Êzidiyan hêla sûre û nabe Mistefa Send bê siza bimînît

Navenda Nûçeyan – Sama

Axftinên parlementer “Mustefa Send” pêleka tureyiyê di nav civaka Êzdiyan de peyda kir, piştî ku wek sûkayetî bi wî pêkhateyî hatine hejmartin. Ev çende bû eger ku fraksiyona Êzdiyan li parlementoyê daxwaza rêkarên destbeceh dijî wî bidet.

Serokê fraksiyona Êzdiyan, parlementer “Xalid Seydo Ezîr” di beyannameyekê de ragehand: “Ev axftine bi temamî dihêne retkirin”, û cext li ser wê çendê kir ku eve “binpêkirina destûrî û kerameta pêkhateyekî resen ê Iraqiyê”.

Ezîrî daxwaza “rêkarên destbeceh û yeklayîker, û pozşxwastneka fermî û aşkera” kir, û amaje bi wê çendê da ku fraksiyon mafê xwe yê yasayî diparêzit bo “dadgehkirina her kesekê ku sûkayetiyê bi kerameta Êzdiyan bidet li berdem layenên dadwerî yên peywendîdar”.

Herwesa dupat kir ku kerameta Êzdiyan “hêla sûre û bi çi rengan nahête bezandin”.

Send di bersiva komênteka welatiyekî ji xelkê Şingalê li ser perê xwe yê Facebookê gutbu: “Tu ji Şingalî, renge tu berî nuke yê sebîkirî (dîlkirî) bûyî”, ku evê çendê dengvedaneka mezin peyda kir.

Ev axftine wek “teşqere-kirin û dilxoşî bi wan komkujiyên DAÎŞ dijî Êzdiyan encamdayîn” hate wesfkirin, di navbera daxwazên berdewam de bo sezadana wî bi rêka yasayê.

><