Sema
Îro şembûyê 30-11-2024, bingehê laliş çalakyek bi helkefta 16 rojên berhingarya tundutîjya djî jinan li komelgeha şarya li darxist.
Divê çalakyê da ku se’îd cirdo, serokê desteya bilinda bingehê laliş û 150 kiç û jinên aware û xwechên komelgeha şarya amadebûn, çendîn birgên corawcor hatine encamdan.
Dipeyvekê da se’îd cirdo, serokê bingehê laliş amaje bi wê çendê da, weku bingehê laliş herdem piştevaniya kiç û jinên êzdî diket û dê berdewam bit di xizmeta wanda.
Dipenelekê dî da xanma parêzer sozan xudêda, behsê rolê afretê di civakî da kir û diyarkir, divêt rê li tundutîjya jinan bête girtin.
Ji alyekê dî ve gropê êzda yê mozîkê beşdar bû, têda bi mozîk û dengên xo yên xoş çalakî bitir bi rewş kirin.
Paşan rêz li kiç û jinên beşdar hate girtin û gulên (Rose) bi ser ewinda hatine belavkirin.
Çalakya navbirî jilayê bingehê laliş tayê şarya bi hevkarî di gel desteya blinda bingehê laliş, rêkixrawa ême û navenda afretên sêmêlê hatbû rêkxistin.