Navenda Nûçeyan – Sema
Vîyan Dexîl, endamê parlamentoya Îraqê dibêje: Yasaya lêborîna giştî, wan hemûyan vedigere yên ku gel revandin û nekuştine, bi taybetî jî ew Daişên çar bo pênc jinan Êzîdî revandin û li bazaran da firotin.
Vîyan Dexîl, endama parlamentoya Îraqê ji malpera Kurdistan24 re ragihand: Yasaya lêborîna giştî ew Daişan vedigere ku pênc jinan Êzîdî revandin û li bazaran, nexasma li Mûsilê firoştin, li wan diborît ji ber ku jin nekuştine belkî tenê firotin.
Roja sêşemîya borî 21ê Çileya Duyem 2025’ê parlamentoya Îraqê li gor bernameya karê xwe di beşa yekê de dengê li ser projeya yasaya pêşnîzaya rewşa kesî hejmar (188) sala 1959 ji bo her du maddeyên (2 û 10) da, beşa duyê ya rûniştinê dengdan bû li ser maddeyê (5)ê projeya yasaya vegerandina milkê ji xwedîyan û deng lê hate dan, di beşa sêyê de, deng li ser projeya yasaya guheztina duyê ya lêborîna giştî hejmar (27) ya sala 2016 hate dan.
Lêbûrîna giştî ewan da’şan vedgert ku pênc jnên êzdî revandîne