سیما تیڤی

Gancekî Êzdî berbjare bo civata bajêrê Oldenburg li Almanyayê

Sema

Gancê Êzdî Dara Elî Hawil, ku helgirê bawernameyên masterê ye bi zanstîn siyasatê li zanîngeha Birêmin, dê pişkdariyê di helbijartinên civata bajêrvaniyan li bajêrê Oldenburg li herêma Niedersachsen li Almanyayê ket.

Bryare li 13-9-2026, helbijartinên civata bajêrvaniyan li bajêrê Oldenburg bi rîvebçin.

Elî Hawil ku babê berbijar Darayî ye bangawaziyek daye bo endamên revenda Kurdî u civakê Êzdî u ew kesên mafê dengdanê heyî, ku bi germî pişkdariyê di helbijartinên xwecehî da biken u mafê xwe yê dîmokratî bikarbînin. Dupatî li ser giringiya piştevankirina berbijarkirina wî kir da ku nûneratiya civakî biket u daxwaziyên wan bigehînt, ku di serî da doseyên akncîbûn, penaberî u dûrkevtin ji metrisiyên veguhastina bi zorê (dîportkirn)ê.

Bo zanîn berbjar Dara Elî Hawil, xelkê nahiyeya Xankê ye li parêzgeha Dihokê li herêma Kurdistanê, malbata wî berî çend deh salan koçberî Almanyayê bûyîne.

Ev gance kurê xebatkar Elî Hawil Bekoye, ewê dijî rejîma Be’as xebat kirî.

><