سیما تیڤی

Ji çanda şIngal ( Sitrana lo dilo).

Ji devê ( Xelef paço û Amir Paço)
Berhevkirin: Segvan Şingalî.

Sema:
Lo dilo
Lo dilo lo dilo, Lê bûharê
Lo dilo lê bûharê
Rîşê şe’rê erdê di malê
Mi divê ez bûharê ramûsim
Li serê çiyakê jorî
Li nava zikakê şingalê
Lo dilo lo dilo, lo dilo
Lê bûharê
Şemala pişt penî
Qirka bûharê bi gerdenî
Mêrkê bûharê çi xenî
Mi divê bûharê bi ramûsim
Li serê çiyakê jorî
Li ser Axa vî wetenî
Lo dilo lo dilo, lo dilo
Lê bûharê
Şemala bi kîse
Bûhar yeke wa ezîza
Mêrkê bûharê çî Pîse
Mi divê bûharê bi ramûsim
Li serê çiyakê jorî
Ez bûharê bi ramûsim dîsa
Lo dilo lo dilo, lo dilo
Lê bûharê.

><