سیما تیڤی

Se’îd Cirdo:kenalê Sema mînbereke jibo gehandna peyama Êzidyan bo cîhanê

Se’îd Cirdo:kenalê Sema mînbereke jibo gehandna peyama Êzidyan bo cîhanê

Sema

Serokê desteya bilinda bingehê laliş diyarkir,li demekê yekcar nêzîk de kenalê sema dê dest bi weşana xo ket û bibite mînberek jibo gehandna peyama rûyê geşê êzidyatyê jibo şeqama kurdistanî û ‘îraqî û cîhanê bi giştî.

Se’îd cirdo,serokê desteya bilinda bingehê lailş yê rewşenbîrî û komellayetî li duhokê,îro dûşembûyê 22î tîrmeha 2024ê bo sema diyarkir,berî eve çendîn sala yek jidaxwazî û xewnên bingehê laliş ewbû ku lijêr sêbera syaset û yasayên hikumeta herêma kurdistanê kenalekî taybet bi hemû alyên jîn û jiyara civaka êzidî bihête vekirin,ew bû bi piştevanî ya rastewxoya cenabê serokê hikumetê kak “mesrûr barzanî” berî çend heyveka dest bi dabînkirina hemû pêtivyên vekirina kenalê “sema” yê ser bi bingehê laliş ve hatekirin her ji avahya baregayê kenal bigre û heta dabînkirina hemû kelupel û amêrekê bivêt,zêdebarî berhevkirina stafekî genc û jêhatî ji kur ûikçên êzidî.

Aşkerakir:îro jî bi şanazî ve logoyê kenalê “sema” tî vî wê ête belavkirin weku berhevyek jibo destipêkirina pexşê vî kenalî li demekê yekcar nêzîk de bi hîvya ev kenal rolekê serkeftyane bigêrê li gehandna peyama hîvî û daxwazyên me êzidya û êş û azarên me û dîrok û cugrafyet û keltorê me.

‎ got jî:sema wê bibe pîreka mikum dinavbera me û hemû ol û neteweyanda jibo xurtkirina canê birayetyê û yektirqebûlkirinê,herwesa em bi hîvî ne ku hemû pêkhatên kurdistanî rengên xwe û wêneyên xwe li sikrîna vî kenalî da bibînin.

Serokê bingehê laliş xuyakir jî:ev kenal dê bite mînberek jibo gehandna peyama rûyê geşê êzidyatyê jibo şeqama kurdistanî û ‘îraqî û cîhanê bi giştî.

Êkemîn care di dîrokê da kenalekê êzidyan binavê sema bi piştevanya hikumeta herêma kurdistanê bo civaka êzidyan dête damezrandin.

Serokê hikumeta herêma kurdistanê berdewam xo li êş û azarên kurdên êizdî kirye xudan û di maweyekê kêmda çendîn biryar di berjewenda êzidyan dayne.

><