facebook sharing button Sharetwitter sharing button Tweetemail sharing button Emailwhatsapp sharing
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 63yemîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir û ragehand; Şoreşa mezin a Îlonê doza rewa ya gelê Kurdistanê bi gelek pêngavan pêş ve bir.
Peyama Serok Mesûd Barzanî waha ye:
Peyama Serok Barzanî ya 63yemîn salvegera şoreşa Îlonê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa mezina Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir, ji bo berevanîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdariya cemaweriya Kurdistanê bû. Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo mirovê Kurd vegerand û ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ya li dijî sitem û dagîrkeriyê, bû bingeheke bi hêz ya siyasî û rêxistinî û cemawerî.
Şoreşa Îlonê bi destan û berxwedan û bi xweragiriya serkirdayetî û Pêşmerge û cemawerê ve doza rewa ya gelê Kurdistanê çendîn hengavan ber bi pêş ve bir û ji bo qonaxên dinê xebata gelê Kurdistanê, bû îlhambexşê xebat û têkoşînê.
Li şest û sêyemîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê da hezaran silav ji bo giyanê pak ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn. Herwiha rûmetên min ji bo fedakarî û keda wan hemû Pêşmerge û xebatgêr û qehremanan heye ku cihê destê wan li wê şanaziya niştimanî de xûyaye. Ewan qehremanan dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin û jiyan û xebata her yek ji wan waneya xebat û xweragirî û berxwedanê ye.
Mesûd Barzanî
11ê Îlona 2024