سیما تیڤی

Eskere Boyik: Cejna xidir liyas di baweriya êzdiyan de

Sema
Rojiyên Xidir Nebî-Xidir Eylas
Eydeke Êzdiyên Sovêta berê (Serhedê), ku li ser Ȇzdiyan ferz tê dîtin, ew rojî û eyda Xidir Nebî û Xidir Eylas e.
Ev rojî û ev eyd li gundên me Ȇzdiyên berpala çiyayê Elegezê wa tê pêk anîn:
Ezdî van rojiyan di meha Sebatê da digrin û roja îniyê jî eyd e.
Ev rojî û eyd pir kevnin û di nava êzdiyên Serhedê da berê berêda hatine girtî. Êzdiyên Sovêta berê wan nav dikin rojiyê Xidir Nebî.
Dibêjin Xidir Nebî mirazbexş e, kê rojiya boy wî bigre wê bigihîje merazê xwe.
Bi hesabê hesabdaran ev eyd dikeve roja îniya sisiyan ya meha sibatê.
Tê bîra min gundê me da, zilamek hebû navê wî Sako bû. Sako evdekî seqet bû, lê di warê hesaba da ecêb jêhatî bû. Ewî tim rojê rojiyan kivş dikir. Êzdiyên gundên dora me, heta yê bajarê Tilbîsê jî bi gotina Sako hesabê rojiya dikirin.
Rojiyên Xidir Nebî sê roj in. Sêşemê dest pê dibin û roja îniyê eyd e.
Şev radibine paşîvê. Dema paşîvê karin xwerina xwe rind buxun. Roj tu tiştî naxun û venaxûn, heta cixarê jî nakşînîn, heta roj here ava.
Gotina “Roj çû ava fitara êzdiyan” dinava ciivakê da ji kal bava maye.
Tê bîra min gundê me da hinek berva diçûn, yanê roja duşemê jî rojî digirtin. Hinek mal jî hebûn hela semî, le‘d û duşema berî rojiyan jî rojî digirtin, ango şeş rojî digirtin.
Berî rojiyan gundiyan malê xwe rind paqij dikirin, kinc, nivîn, navmal gişk rind dişûştin, nefera av xwe û zaroka dikirin. Digotin evdê êzdî him mala xwe, him ruhê xwe, him wîjdanê xwe gerekê paqij bikin.
Mezina digotin rojiyên Xidirnebî da gerekê xûn nerije. Serbir yanê qurban tunebe.
Wusa jî wan rojan gerekê sabûn, şe neyên kêranîn, bi derziya dirûn neyê kirin. Digotin eger sabûnê bixebitînin li ser rêya Xidir Nebî cemedê çêbe, hespê wîyê bişimite, eger şê bixebitînin daristanê li ser rêya wî derkeve, derzî jî suturiya wê li ser rêya wî çêbike.
Bawar dikirin ku şeva eyda rojiya Xidirnebî siyarî tê li her maleke wan ra derbas dibe, kê sabûnê, şê, derziyê bixebitîne astengiyê wê ser rêya Xidirnebî çêbe û nikare mala wan ra derbasbe.
Evara roja rojiyê, berî fitarê gundya teva nanê miriya derdixistin (çi xwerin malda he bûya,) dibirin malên cînaran, malên oldaran. Miriyê kî malê yê nû hebûn, wan hazirîke giran didîtin ji bo derxistina nanê miriyan (fêkî, çerez, xwerinê baş, vê dewyê cixare) dibirine malê şêx-pîran.
Mal hebûn ku paşîvê jî nanê miriya derdixistin.
Roja pêşemê ji pey fitarê ra, êvarê, gundî (mêr-jin) berî her tiştî diçûne wan malan, kîjana miryê wan yên wê salê hebûn. Serxweşî didane wan, rehma Xwedê mirî ra dixwestin. Wan malada textê xêrê vekirî bû. Paşê li malê hev digirin, eyda hev pîroz dikirin û diçûne malên terîqên gund, fito didan. Wê demê li cem êzdiyê Ruşyayêye ocax û ziyaretên xisûsî tune bûn. Mala oldarn û sitêrê malên wan hesab dibe ciyê pîroz. (Cem êzdiyên rûsiyayê sitêrê malê pîroz e).
Gênc jî (keç, xort) wê êvarê, yên her taxeke gund, di maleke mezin da li hev diciviyan, dîlan û govend, eşq û kêfxweşî, laqirdî, hetanî nîvê şevê xwera şa dibûn. Zarok jî vala nediman. Digotin “Kosegeldî”. Rû-simêlê xwe çê dikirin, cilê pêkenî li xwe dikirin, tencerîke kevin xwera dikirin wek def û koma zaroknan va, di nava berfa zivistanê li mala digeriyan, her malekê da henek, laqirdî, mesqeretî dikirin. Dikenyan, kêfxwe dibn. Kevaniya malê jî hinek tişt dikire torbê wan (pere, hêk, çerez, mêwe). Wusa heta şev dereng komên zara bi qerebalix li nav gund digeryan. Seyê gund li hev diqelibîn li hev dixeniqandin.
Êvara pêşemê, her malekê sinîk tije poxîn yan ar dikirin, ew poxîn-ar rind sinyê da rast dikirin, bi poşîke nûye bedew dinixamtin û datanîn ser stêr. Digotin Xidirnebî wê şevê, siyarî we bê mala wanra derbaz be. Digotin kîjan malêra derbas dibebe ciyê simê hespê wî li ser siniyê tê xanê. Li ser siniya kîjan malê dewsa simê hespê Xidirnebî bê xanê risq, bereket, xêr û bereketa salê para wê malê ye.
Roja îniyê (eydê) kevaniya malê berbangda radibû, zad çê dikir, ji wî zadî nanê miriya dibir malên cînaran yan oldaran û tev malxê diçûne eydana. Keç û bûkan mal rind paqij dikirin û banê malê, dîwer, ser stûna bi ar dineqişandin. Gundên me yê çiya bûn, zivistan sar bû. Şewat jî sergîn û kerme pêz bûn. Nava xênî da tendûr bû. Tendûr heroj dadidan. Mal bi tendûrê dihatin germkirin. Xwerin jî li ser tendûrê dihat çêkirin. Dûyê tendûrê banê xaniya reş dikir. Li ser banê reş deqên arê sipî wek steyrkên geş li nav esmanên tarî da dihatin xanê. Ser dîwara sûretê pêz, dêwêr, hespa, sa, şivanan çê dikirin.
Roja pêşemê ji bo xort û keçê azap “Totka Şor” çê dipetin. Ew katekî biçûkî pir şor e. Ji pey fitara rojiya dewî ra keç û xortê azep ew totika şor dixwerin û radizan. Dibêjin, giva xewnê da kê avê bide wan wê bi wê/wîra bizewicin, yan kî gundî, kîjan malê avê vexun wê li wî gundî yan ji wê malê bizewicin.
Keçê azap berbanga eydê radibûn, parî nan dibirin datanîn li ser xênî û lê dinhêrîn, eger teyredekê bihata pariyê wan hilda li kî alîda, yan aliyê mala kêda bibira, bawar bûn ku wê zewaca wan jî wê wî alî çêbe.
Berbanga eydê zarok jî radibin, goreke poziknexsh ya nû hildidin, bengoreke dirêj pêva dikirin, diçîn li ser xweniyê cînara û kulekêra gorê darda dikirin, digotin:
Dolî, dolî dangê,
Kevaniya malê xatûngê,
Xortê malê zevangê.
Pîra malê qurbangê
Risqekê bike dolîdangê…
Kevaniya malê çerez, hêk, mêwe, pere dikire gorê.
Rojê eydê êzdiyan rojên dayîna xêr xêrata, ji guneha xwepaqijkirinê, aşîtiyê, pismamtiyê û kêfxweşiyê ne. Dilsarî li nav civakê tê hildan. Tifaq û yekîtî çê dibe.
Eyda bawarmendan pîroz be.

><