Navenda Nuçeyan – Sema
Meyan Xêrî Beg, xatûna yekê ya Êzdiyan, daxwaza parastina Êzdiyan li Rojava ya Kurdistanê dike û dibêje: “Naxwazin jenosayideka din li dijî wan bê kirin”.
Li gorî agahiyan, dorê pênc hezar Êzdiyan li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê akincî bûne û niha gelek ji wan ji bo parastina canê xwe avare bûne ve.
Meyan Xêrî Beg, di daxuyaniyekê de ji bo Sema got: “Ji hikûmetên Herêma Kurdistanê, Iraqê û civaka navneteweyî dixwazin rê li ber jenosayideka din ya wek Efrînê û Şingalê li Helebê were girtin û bi taybetî keç û jinan biparêzin”.
Dibêje: “Nêzîk ve çavdêriya rewşa Êzdiyan bi taybetî li bajarê Helebê li Sûriyê dikin û aliyên têkildar li ser rewşa wan hatine agahdarkirin”.
Ji demê êrişa grupên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bo ser bajarê Helebê, bi sedan malbatên Êzidî koçber û avare bûne, hinekî ji wan li cihên xwe mane û hinekî jî vegeriyane Rojhilatê Firatê û Efrînê.