Sema
Piştî nîvroya îro rûdaneka hatinûçûnê li ser rêya di navbera gundên Qizilkend-Werdiyê li qeza Şingalê rû da û di encam da pênc genc bûne qurbanî.
Jêdereke li qeza Şingalê taybet bo Sema ragihand: Li piştî nîvroya îro duşembûyê 30ê Îlona 2024ê, li ser rêya di navbera gundên Qizilkend-Werdiyê rûdaneka hatin û çûnê di navbera du trumbêlan da rû da û di encam da sê gencên êzidî giyanê xwe ji dest da û du yên din birîndar bûn.
Heman jêder got: Ji ber graniya brînan kesên birîndar bo nexweşxana Şingalê ya giştî hatine rewanekirin.
Li rêkeftî 18/8/2024ê, ji egerê rûdaneka hatin û çûnê li ser rêya Şingal-Tillefer heşt welatiyên êzidî giyanê xwe ji dest da bû.