Sema:
Ji encama dest bi ser dagirtina DAÎŞê bi ser deverên Başîk û behzanê bi dehan darên Zeytûna hatine şewtandin û ji navçûn.
Devera Başîk û Behzanê bi darên zeytûna tê naskirin û kargeha çêkirna zeyta Zeytûna lê heye û berhemê wê ji bo naverast û başûrê Îraqê di êne şandin.
Silêman omer ku Endaziyarê Çandinê ye ji bo ( Sema) diyar kir: Dema teroristên DAÎŞê Başîk û Behzanê dagîr kirin zeviyên Zeytûna jî bê par nebûn ji karên wan yên hovan e û bi taybet li gundên Êzdiyan dest bi şewtandin û ji navbirna darên Zeytûna kirin.
Ew çende jî eşkere kir ku jimareka darên Zeytûna li gundên Êzdiyan li deverê gelek kêm bûne û ji ber bihêzbûna reh û qurmên wan dara bi xweş halî careke din hin dar hêdî hêdî kesik dibin.
Tê zanîn xwasteka zêde li ser Zeytûnên devera Başîkê heye û ji bilî zeytê ji bo çend deverên din ên Herêma Kurdistanê û Îraqê di êne şandin.