سیما تیڤی

Cemal Şêşo: Li Encûmenê Nînewayê berevaniyek li daxwaziyên Êzîdiyan dike

sema
Bingehê Lalişê li Duhokê danûstandineka vekirî li dora Encûmenê Parêzgeha Nînewayê.. Bizav û asteng, ji bo Cemal Şêşo, endamê Encûmenî rêxistin.
Îroj pênc şemiya 7 Tiştên Duyî 2024î, di çarçoveya pênc şema rewşenbîrî de û bi amadebûna hejmarek akademî û kesayetî û rewşenbîran, li Bingehê Lalişê li Duhokê danûstandineka vekirî li dora Encûmenê Parêzgeha Nînewayê.. Bizav û asteng bi rêveçûn.

Cemal Şêşo, endamê Encûmenê Parêzgeha Nînewayê bas li çend pirsgirêkan kir û got: Biryarên Encûmenê Parêzgehê li derve yê Encûmenê tê dan û serda tekûz dikin, em berdewam berevaniyek li maf û daxwaziyên êzîdiyan di hemû biyavên de dikin.

Şêşo ragehîhand jî: Ew pirojeyên pêşkêş dikin asteng lê tê kirin ji ber ku li deverên kurdan nayên encamdayîn, û berdewam daxwaza xizmetgûzariyên bo deverên xwe dikin.

Ligel vê, dergehê danûstandinê di navbera amadebûyan de vebu û bersîva hemû pirsa ji layê endamê Encûmenî ve hatin dayîn.

Bingehê Lalişê yê rewşenbîrî û komełayetî li Duhokê, mezintirîn saziya rewşenbîrî ya êzîdiyan e û tayî û nivîsîngehên li hemû deverên êzîdiyan hene di biyavên cuda cuda xizmetê civaça êzîdiyan dikin.

><