Sema
goreki dî yê bi kom yê qurbaniyên êzidî yên destê DAIŞê li Şingalê hate dîtin û tîmekî taybet dê bi hildana wî gorî rabit.
Xeyrî Elî, berpirsê rêkxirawa Betrîkor ya mafên mirovî bo Sema ragihand: Gorekî dî yê bi kom yê qurbaniyên êzidî li komelgeha Siba Şêxidrê ser bi nahiya Gir Êzêr ve hate dîtin, pitirya termên di wî gorî da zarokin û cilkên kesên mezin jî di nav da ne.
Berpirsê rêkxirawa Betrîkor aşkira kir: Layenên peywendîdar li ser hebûna vî gorê bi kom hatine agehdar kirin û kolana wî hatiye sekinandin.
Piştî hêrişa terorîstên DAIŞ bo ser Şingalê li 3ê tebaxa 2014ê, bi sedan welatiyên êzidî li ser destê terorîstan bûne qurbanî.
Heta noke li goreyî zaniyariyan, zêdetirî 92 gorên bi kom û tak yên qurbaniyên êzidî li Şingalê hatine dîtin û hindek ji ewan goran hatine hildan û rûfatên wan hatine derêxistin.