سیما تیڤی

Eskerê Boyîk: Zêndîbûna min netirsin, mirina min bitirsin

Zargotina me ya gelêrî pirr dewlemend e. Gelê me aqilbend e… Çîrok, destan, sitiran, mesele, metelok heta gotinên sade û pêkenok jî bo jiyan, tifaq û yekîtya gel, bo pêșîrojê hatine gotin, bi serecen in, fikirên wan kûr gotinên zêrîn in. Payê wan yê pirê rasti ne, ji emrê gel in, tercûbe ne, șîret in, temî, dersên bûyarên dîroka dijwer in…
Xwezî serok û rêvabirên me qenc guh bidana wê xiznê.
Gundekî da, wextekê axakî pir zalim hebûye. Wusa xirab, wusa zulm û xezeb bûye ku xelk dêst da zêrya ye, çi weșîtî dêst hatiye, anye serê gundyan. Sitara gundya dêstê wî da tune bûye
Gundiya nav hev da bi axîn gotin e:
-Kengê ev berazê bimire, here em jê xilaz bin.
Emrê evd heta hetê nîne, roja Axê jî hat ye, dikeve ber mirin ê. Gazî xelkê gund dike, dora ciyê xwe dicivîne dibêje:
-Zanim, min pir zulm li we kir. Temya min dewî ev e, ku ez karibim wê dinê da cawa Mîrê xwe bidim, berî sipartina axê, kapekî bavêjin ustyê min û lașê min li nav goristanê da dardakin. Lê zanibîn: „ Hûn ji zêndîbûna min netirsin, ji mirina min bitirsin.
Gundî dibêjin:
– Heyran, tek tu bimire, here, em ji te xilaz bin, çi dibêjî emê bikin…
Gundî: zilam- jin, zarok, kal -pîr gișk berev dibin, bi heytehol, lașê axê dibine goristanê, çend darê dirêj tinin, dadiçikînin, lașê Axê pêva darda dikin. Bi eșq û șabûn dorê dîlanê digrin direqisin, șa dibin, kêf dikin.
Wê demê Leșkerekî giran, tê ber gundê wan ra ku derbas be. Dinhêrin gundî goristanê da civya ne, dîlan, eșq û șabûn e. Ew jî bo hewas tên dora wan dicivin, dixwezin bizanbin eyde, çiye.
Serleșker gazî meznên gund dike, dipirse:
-Ev çi mesele ye?
Serokên gund dibêjin, hal hewalê me Axê meyî zalim ev bûye… „Mirye, em zulma wî xilaz bûne“.
Serleșker fermanê dide leșkerê xwe:
-Evan Axê xwe ra çi bûne, wê ji mera çi bin… Pêkevin gișka qirkin, gund talan û wêrankin, bișewtînin, dewsê tiștkî nehêlin…
Niha mesela Beșer Esed û xelkê Rojava ye.
Esed tevî zulma xwe çûye…
Çi xirabî dêst hat, tevî der-dorê xwe, gelê Kurd ra kir…
Rojava jî, her tișt kirin lê nikaribûn jêra ziman bibîn…
Ji bo Esed neyarê Kurda yê sondxweî bû…
Neyar çû ser neheqiya xwe…
Gelê Kurd ra șabûn, dîlan û çavronayî zû ne…
Rojhilata Navîn ra gelek zalimên wa hatine, çûne…
Dîrok, șede ye
Yên bi sala dora Esed bûne, tev nan xwerin e, yên Esed avîtin e, yên neyarên Esed in, Kurda ra ji Esed çêtir nîbûne û nînin…
Ji sedî nod erebê tûndwer, radîkal, DAȊȘ, neyarê koka Kurdan e…
Niha ewin ser dikê, li ber textê sîyasetê, xweyê biryarê.
Ji bo Kurdan nû șerkarya dijwer dest pê dibe…
Qewat heye. Gel ji bo șerkaryê hazir e.
Qada dîplomasyê da kurd qels in, dilsax in…
Berê her tiștî tifaq, yekîtî, rastî, kurdayetî…
Șerkarî ne ji bo oldaryê, partîvaniyê, serokatyê, navên mezin, kursiyên zêr, bircên xweșiyê…
Șerkarî ji bo azadya Gelê Kurd, navê Kurdistanê…
Eva ji bo her șervanekî Kurd nav û xelata herî mezin in.

><