سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Rêwresmên Çinîna Zeytûnan li Peristgeha Laliş Raman û Kêvnarî

Di bawerîya Êzdiyan da çira nîşana rojê ye û li Peristgeha Laliş (366) xetir û çrayên xas û bab çaka dênê vêxistin bi zeyta zeytûnan, dara zeytûnê jî di bawerîya Êzdiyan da ye pîroz e dibêjin dara zeytûnê bi ava Eyvanê hatîye avdan, lewa her yê keske her dwazdeh hêvîn salê, hilkirna jmara van çrayan jî daku ronahî bi şev û roj hebit li dinava Lalşê da bo perwerstekrina Xudayê Mezin e û rêwresm dihatne kirin jiberku li Perestgeha Lalş xas û bab çakên serdema Şîxadî bi şev hemûyê perweste dibûn.
Ji layekî din vê hilkirina çirayan jî nîşana rojê ye û berdewamîya jîn û jîyara mirovî ye bi şev û roj, ev jimara çiraya jî (366) û ramana wê jî rojên salê ye û her fîtilêk li ser binêmayê rojekê ji salê û dênê vêxistin heta sal temam dibit, li Lalşa Nûranî li Çîyayê Erebatê daran zeytûnan hene li vî demê salê li dawîya hêvîna yazdeh (11)yê ya Zaînî her sal kesên şikestî yên mala Şîxadî û Çileger û kesayetîyên Olî û xêrxwazên Êzidî jin û zelam ên divên xêrekê bikin bo mala Şîxadî qesta Lalş dikin bo pişkdarîya vê xêra pîroz bo mawê heft rojan,ev çinîn bi rêwresm dêtê bi rêvêbirn ew jî piştî babê Çawîş yan şikestîyekê mala Şîxadî fermana didê ku dest bi çinînê bikin û sê caran bi dengekê bilind gazî dike û dibêje (Hê werne xêra çinîna zeytûna) jê nû hemû pêk ve bi destûrî navê Xwedê û bi rêwresm destbikartir dibin û heta her heft rojê bidawî tên û li dawîya karî dê hemû zeytûnan bixrêvin li xzînekê heta hêvîna sê li biharê li rojên (16_17_18)ê Adarê li jmara rojhilatî dê careka dî van zeytûnan hemûyan bi rêwresm û bi amadebuûna babê Şêx û civata ruhani û hemû şikestî û xêrxwazên Êzîdî dê destê xwe bidin derxistina van zeytûnan û careka dî dê paqijbikin û bi ava kanîya spî paqij û temîz bikin û dê bikin zeyt bo çirêyên Lalişê û divêt ev zeyta ji zeytûnên gelîyê Lalişê bin.

Ya xasa resle

Me li pêş fesle

Neqla li pêş neqle

*****
Hincîyê xidmeta mala Adîya bike ji dilê

Dê bête miraz hasile

Wekî mendê şerîf û mendê tûkle

Em dikim û Xwedê yê temame

Jêder: Dîdar digel mamosta Pîr Xelat Elîas nivîser û kesayetîyê aynî Pêzanîn ji mamosta Cehwer Mişme zanyê aynî hatîne wergirtin

><