Roj bi roj rêxistinên Êzdiyan û tevgêrên wan zêde dibin. Sala 2025an xwe bi rêxstinkirin, zêdebûna mal, sazî û mekanan herî zêde jibo Êzdiyan li her derî bûye armanca xweparastinê…!
Her wusa jibo konsept, pilan, pirogiram, sistem bi rêya destûrên bingehîn werin qebûl kirin. Civîn, Konferenans, kongere û heyetên taybet li herderê Êzdî bi girseyî jiyandikin, tevgêrên wan bi rêkûpêk, di nava çalekî û seferberyekê de hewldanên pîroz û esasî pêk tînin…!
Jibo ku ev hewldanên pîroz, tevgêrên girîng di emel de pêkwerin divê Êzdî ser pîrozbahî, rojên bîranîn û rojên jibo tifaq û yekîtiyê ku esas in bi hevre wek erkê Olî û milet ji hemû demî bêtir weke giringiya nan û avê pêk bînin…!
JIBO VÊ YEKÊ!
1. Cimaya Lalişa Nûranî 06-13.10.2025an bi hev re pîroz bikin.!
2. Îsal Cejna Êzî 19.12.2025an bi navendî û heremî bi geleperî bi hevre pîroz bikin.!
3. Cejna Batizimiyê li gorî biryarê gîhîştî û mercên demê bi gîştî bi hevre pîroz bikin.!
4. Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî bi hevre û di heman demê de were xweyî derketin.!
5. Cejna Çilexan û Rojî li gorî wata wê were xweyî derketin.!
6. Cejna Çarşema Serê Nîsanê 2026an bi navendî û herêmî bi şahî were pîroz kirin.!
7. Jenosida Êzdîxanê ya 03.08.2014an li her derî bi navendî û heremî bi hevre were bîranîn.!
Hêvîdar im, di vê miha pîroz de, hemû Êzdî van Xalên sereke û pîroz wek xeta sor a êzdatiyê, wek erkê Olî ê demî jibo pirensîbê sed û hedên pîroz jibo Xatirê tifaq û yekîtiya Êzdîxanê hemû mal, rêxistinên û tevgêrên Êzdiyan van rojan pîroz esas bigirin…!
