Bi dewranan, koçberî, rev-beza dinyayê tê bêjî para Ȇzdiya ketiye. Ji bo karibin ji êrîș- ferman-komkujî û zulma Șah, Xelîf, Sultanan, hukumdarên Rojhilata Navîn, neheqiya padîșa, axa, beg û oldarên fanatîk xwe û bawarya pêșyên xwe biparêzin, çend sala carkê, mecbûrî cî-warên xwe, milk û malê xwe, pîrozayî û goristanê xwe hîștin e, lêdayî, șêlandî, talankirî ji cîkî revîne cîkî din. Wura, nû va bi dijweryan, carke din bi kar, ked û xûdana xwe xwera hêlûn danîne, șên șên kirine, milk û mal, gund ava kirine û dîsa fermana dêwê reș li pey wan bûye…
Ciqas jî Ji xezeba olperestên neheq revya ne lê hêvyên vegerê tim dilê wan da hebûye, bi hisret pey xwe nihêrîne û bîra warê pișt xweva hîștî kirin e.
Lê rêyên vegerê dest wan ne diketin.
Ez Ermenistanê, weletê Rûsiyayê da mezin bûne. Pêșyên me salên 1820 girtî heta 1920 î ji pey rêyên revê û cîguhestina bi deha cî-wara, komkujû û fermanên xezeb ra, bi cûrekî xwe gîhandibûn perê weletê Rûs Ermenistan û Gurcistana îroyîn… Rûsyayê da avabûna dewleta Sovêtê bi xweșî û nexweșiyê xwe va dîroka êzdîtyê da bû demeke dîrokî ya zêrîn.
Dema Sovêtê, kesî nikaribû bi cudaxazî Ȇzdiyan binhêrya, ji bo êzdîtyê êrîșên komkujiyê, qelandinê banya ser wan, berovajî cara ewlin evdên Ȇzdî li derge-dîwanê wî welêtî da xwe wek evdên wî welatî xweyî maf dîtin. Nivșê me hur bûn. Ber me her derge vekirî bûn. Em jî wek hemû gelên sovêtê kari bûn biketana nav her kar-barê wê dewletê, wusan jî karê pêșvaçûyîna çand, ziman, zanyarî û dîroka gelê xwe va mijûl bûna.
li ser axa xelkê, nîvkoçer, nexwendî, di qewlên eşîretî û feodaliyê da, Ȇzdî carekê va bi hemû gelên Sovêtê ra tevayî li ber dezgehê veçêkirin û jiyana sosyalîzmê sekinîn.
Gund û şên ava bûn, wan da dibistanên vebûn, kadirên netewî hatin hazirkirin, civak bû xwediyê rojname, radyo, beşa dezgehê nivîskaran, Kurdzanyê, tiyatroya dewletê, komên hunermendiyê… Bi tîraja hezaran pirtûkên wejêyî, zargotinî, zanyarî, siyasî, werger û pirtûkên dersan hatin weşandin. Sê elfabe hatin guhestin. Kurdên Sovêtê elfabe li ser girafîka Latînî ya ewlîn damezirandin, pirtûka Kurmancî ya pêşin, bi wan tîpan cara ewlîn li Yêrêvanê hate weşandin, romana Kurdî ya ewlîn dîsa para me Kurdên Sovêtê ket. Bi heqî hewce nîne bê xwemukurhatin ku li ciyê vala, welatê Sovêtê da civakeke rewşenbîrî pêşda hat, bi nivîskar, zimanzan, zanyar, hunermend, rojnamevan, dersdar, pêşekzanên warên cûr bi cûr, sîyasetmedar… Şexsiyetine wusan di her warên çand, huner, zanyarî û derecên civakê da pêş da hatin ku ne tenê li nav Kurdên Sovêtê lê di nava temamiya Kurdan û cihanê da eyan in.
Ew șexsyet payê pirê sêwiyê kumkujiya bûn. Wana jî cî û warên lê hatibûn dinê pișt xweva hîștibûn, revya bûn, dê-bavê wan hatibûn qetilkirin, sêwîxana da mezin bûbûn…bi hisret wî aliyê sînor dinihêrîn, gund, mala bavê xwe, zarotya xwe bîr tanîn, dikirin axîn…
Navê hinkan: bavê romana Kudî Erebê Șemo, kurdzan-zimanzanê mezin Qanatê Kurdo, ronakbirê cihanê da eyan Heciyê Cindî, zanyar-nivîskar Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Ahmedê Mîrazî, Mêrxasê Welatê Sovêtê Semend Syabendov, nivîskar Ûsivê Beko, Qaçaxê Mirad…Nav gelek in…
Lê hisreta gelên sade, kal û pîrên kokujî bi çavê xwe dîtibûn?
Min axîn û kesera wan bi çavê xwe dît. Hisreta wan bû, hema carekê herin warê kal-bavan… Hinekan digotin: Bira carke din min ava kanya gundê me vexwera, mirin emrê Xwedê ye… Ew hisret wanra çû bin axa xerîbiyê…
Van salên dewyê hinek rewșenbîrên weletparêz yên Bakûr, li cî û war, gundên Ȇzdiyan yên dema komkujiyê wêrankirî digerin, eger kanîkê, kevirekî yan tiștekî li ser navê Ȇzdiyan dibînin, bernemê mezin çê dikin, çirokê rengîn dinivîsin, ku demekê wan dera Ȇzdî jîyane…
Niha jî Kamp… Dewrana 21 da, kampên bi konên nêylon, birînên êșe komkujya xezeb, jiyana bi dijweryan dagirtî bûn qedera Ȇzdiyên Șengal ê… Dêwê reșî neheq, vê dewra ronayê û zanestyê da dîsa serî hilda. 3 ê meha tebaxê, 2014a qetla vê dewranê ya herî xezeb li Șengalê Ezdiyan da kir. Temamya cihan bû ședê wê hovîtî, weșîtî, neheqî û bêbextiya bê wîjdan. Cihanê dît ku ew zulma musulmanyê bi dewrana anye serê Ȇzdiyan (Ezdayan) di nava pîvanên tu olên xwedênasyê da cî nabe. Bêbextiya dijî Xwedê û xwedênasyê ye. Șengal ciyê bê sebeb wêran û talan kirin, nav, namûs navê mirovatiyê herimandin… Ȇzdî welatê kal bavê xwe da bê cî û war man, bûne penaber.
Pêșinyara min.
Eva 11 salin, seda hezara Ȇzdiyên Șengalê jiyana xwe li ser erdê welatê xwe, kampên penaberyê, di bin konên nêylon da derbas dikin. Niha jî hê eyan nîne gelo kengê Ȇzdiyên bi giștî vegerin Șengala xwe.
Hinek naxwezin vegerin.
Di kampa da çiqas jîyan dijwer e, dîsa bûye perçek ji emrê Ȇzdyan. Wan ra bûye bîranîn. Zarok hatine dinê, keç-xorta hev hiz kirine, dewat, șayî, çavronî çê bûne, ji dojeya DAȊȘa hizkiryê wan vegeryane, kêfxweșî ketine konan, cînartî, xêrxwezî, mirovatî, hizkirin di navbera malbetan da çê bûne. Ji wura ezîzên xwe rê kirine xweîbya cihanê: welatên Ewropayê, Amêrîkayê, Avistiralyayê…
Pêsinyara min ewe, ku pey terikandina kampa ra, ew ax neyê bîrkirin, bibin heykelê bîranînê û bimîne ne tenê bîra Ȇzdiyan, lê bîra Kurd- Kurdistanê û cihanê da… Ser axa her kampekê gundekî Ȇzdiyan bê avakirin. Ew gund bibin heykele dewya van Komkujiyên neheq…
Min dixwest dengê min biçûya hukumata dewleta Ȋraqê, Herêma Kurdistanê, Parêzgerê navça Dihokê, serokatî û rêvabirên Ȇzdiyan, evdên xêrxwez….