Sê sal bi ser mirna (Fehmî Hesen omer) re derbas dibin
Mamosta û nivîser û Şîretkarê civata Rûhanî ya Êzdiyan û Pêşmergê şoreşa gulanê, Navê wî yê dirust Fehmî Hesen Omer e yê naskirî bû bi (Fehmî babê rojanê) yan bi navê civakî(Fehmyê Qirîskê) li sala 1952 li gundê Kewrênyê li devera Silêvanya li qeza Zaxo ji daka xwe bûye, Belê ji ber şoreşa Eylulê û hesta Netewî çend cara di gel malbata xwe Awareyî Şingal û Şêxan û Ba’edrê bûye û ji bo cara dawiyê li Ba’edrê bi cî dibe.
Fehmî, Xwendina xwe ya destpêkî li gundê Dêrebûn û Gohbel xwendî ye û xelas kirî ye û xwendina Amadeyî li Mûsil bi dawî kirye, Di aliyê Mamostayê de Mamostayekî tijî ji xizmet bû û ji bo care yekem û ji bo dema şeş heyva li bajarê Bexda berhevî xoleka berhevkirna Mamostayan de kirî ye û li sala 1977ê bûye Mamosta û 38 salên xizmeta Mamostayê hene û gelek cara bûye rêveber û dibe serperişt li perwerda qeza Şêxan ji bo dema Yazde sala û herweha Şîretkarê civata ruhanî ya Êzdiya bû.
Çendîn bawername hebûn ji wan jî derçûyê fekolteya perwerda giştî li Zanîngeha (Sant Klîmîntis) ya Inglîzî û Master bi derûnnasya perwerdê li Zanîngeha navhatî ya azad hebû, Herweha bûye Pêşmerge li şoreşa gulanê û bi dijwarî birîndar dibe.
Di aliyê nivîsandin û rojnamegeryê de xizmeteka berfireh kirî ye û di her cihekî de xameyê wî lê xweya ye.
Ji karên wî yên rojnamegerî û çandî, Mînak:
_ Bitir ji deh sala peyamnêrê rojnama Peyman û Evro bû.
_ Endamê sendîka rojnamevanên Kurdistanê liqa Dihok bû.
_ Berpirsê beşa Zimanê Kurdî bû li rojnama Dengê Laliş ji bo dema çar sala.
_ Serokê yekem Navenda Laliş tayê Ba’edrê bû.
_ Sernivîskarê yekem govar li Ba’edrê bû ku bi nave Silavgeha Laliş û dîsan jî berpirsê dezgehê Dim Dim li Ba’edrê bû.
Di aliyê Rêkxistnên civaka medenî de jî kar kirî ye û yek ji avakerên Rêkxistina Elind bû ji bo Demokrasya ciwanan li Dihok.
Di aliyê nivîsandinê de çend raport û lêkolîn li dor Êzdiyatyê û netewa Kurdî û dîroka kevin ya Kurdî di rojname û govarên deverê de belav kirne û weşandine ji wan jî (Dengê Laliş, Mefel, Peyv, Asoya perwerdê, Dengê pşêmerge, Nûr Laliş, Çirayê Laliş) …
Çend pirtûk weşandine ji wan jî:
1.Dewleta Kurdî berî zaynî, Mîtanî û horî wek mînak.
2.Êzdî paşmayê mîtrayê ne.
3.Êzdî û Zerdeştî di hevsengya dîrokê de.
4.Olên dêrîn yên mezopotamya û zagrosiyan.
5.Riyên Wanegotinê û karîgerî li ser serkeftinê (Bi zimanê Erebî).
Bi mixabinî ji ber nexweşyê li roja 4_7_2021 li welatê Almanya dilê wî yê mezin û tijî ji çandê ji lêdanê sekinî û wexir kir.