Gohar Mamo
Dibêjim Şengal pêra dinalim
Û hêsirê min bêdeng dibarin.
Hê jî dengên zarokên me tên,
Hê jî hewar, hewar û heware
Dengê êzdiyê me tê serê min.
Dilê min dikizire bo gelê min,
Tevizek dide ji bîranînên min.
Wan êrîşên dijmin – barbaran
Wan dêlaguran, mirovxwuran
Ez bîrnakim, nikarim jî bîrkim.
Ewqas xwîna milet vexwarin,
Ewqas serî ji can diqetandin.
Ax dinalim, ezê çawa bîrkim?
Ewqas fermana ser me hatin
Hê jî ji xwîna me qe têr nabin.
Ax li min, ax Kurdistana min,
Dagirker bo te me tune dikin,
Dizane ku nav meye kurdbûn
Û emin ku bingeh va xaydikin
Tarîx, çand û kurdbûna resen.
Ax Şengal, ax Kurdistana min
Ev çi tînin serê me, ev dizeka,
Ev dizên axa bav û kalên min?
Ax Welatê me, Kurdistana me,
Hê jî dermana nabin melhem
Bo êşa birînên çev, kezev û dil.
Şengaliya hê jî nikarin vegerin
Ser mal û milkên xwe hilşyayî,
Hê jî dijmin lepên xwe hîştiye,
Dûr naçin ji axa bav, kalê min,
Ji Welatê min, ji Şengala min.
Hewar, hewar, hewar, heware
Dengê cangoran tê ji ezman-
Me xwîna xwe daye bo milet,
Bo êzdiyên Şengal, bo Welat.
Bo Welat me mirin netirsîya
Xwîna xwe rijand ser kevira,
Ser kevirê pîroz yê Kurdistan.
Ax li min, ax, ax Şengala min
Bo te çiqas xwîna milet rijîya
Yê êzdiya, pêşmergeh, gêrîla.
Hemî kurd, Kurdistan dinalya.
Ji dengê milet cîhan dihejîya.
Ez çawa bîrkim ew rojên reş?
Ax, Şengala min, rûmeta min.