سیما تیڤی

Eskerê Boyîk:Min ji dinê tișt fehm nekir

Min ji dinê tișt fehm nekir
Min ji dinê tișt fehm nekir
Barê emir pir giran e,
Her tișt dora xwe dizvire,
Meșa dewrê kes nizan e.
Evd hev nexwez, qelp û kînin,
Nav wan da șer, qetil-qan e,
Her kes li pey kara xwe ye,
Dewsa rehmê, șûr wîjdan e…
Çavqulî ye, têrbûn nîne,
Ji bo hukim, milk-mal û nav,
Jiyan bûye gola xûnê,
Par kirine dinya gav- gav.
Hinek bûne xweyê dinê,
Meșa emir digerînin,
Welata û șaristanya
Ava dikin, hildișînin.
Zevt kirine erd û esman,
Bawarî jî azad nîne,
Hema gavek erdê Xwedê
Xwedê ra jî ne hîștin e.
Barê emir pișta xelkê
Wan ra ciyê amin nîne,
Rev û beze kes nizane
Roja tê çi xwera tîne.
Nafikirin, emir kine,
Dinya milkê kesî nîne,
Evd ra dewyê çar tilî erd,
Çengek axa sar dimîne.
Ez jî li vî werê xerîb
Bê maf, bê cî, bi keser- xem
Rûniștime benda rehma
Evê dewra bê dil, bê rehm.
Min ji dinê tișt fehm nekir
Barê emir pir dijwar e,
Nizanim li der- dora min
Kê xêrxwez e, kê neyar e.

><