Navenda Nûçeyan – Sema
Bi çavdêrîya serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, konferansekê zanistî yê nêvdewletî derbareyê Êzdiyan, ayîn, keltûr, dîrok û cografya, l zankoya Duhokê dê bi rêveçit.
Rojên 29 û 30yê Nîsana 2025ê, bi çavdêrîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta herêma kurdistanê û bi hemahengiîya bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî û zankoya DIhokê, konferansekê zanistî yê nêvdewletî derbareyê Êzdiyan, ayîn, keltûr, dîrok û cografya, li hola konferansan li zankoyê dê ête gêran.
Hejmareka vekolêran ji zankoyên herêma kurdistanê, Îraqê û welatên biyanî, dê beşdarîyê di konferansê da ken û behsê ayîn, dîrok, cografya û dab û nerîtên Êzdiyan ken.
Serok wezîran Mesrûr Barzanî, herdem gringî bi Êzdiyan daye û mehane mînhe bo wan dabînkirîne, herwesa pitrî sê hezar rizgarbûyên Êzdî ji destê Daişê ji herdu regezan mehane mûçeyî werdigrin.
Serok wezîran Mesrûr Barzanî, li roja sê şembûyê 15yê Nîsana 2025ê, bi helkefta cejna serê sala Êzdiyan, di peyamekê da sererayî pîrozbayhikirînê li Êzdiyan, piştevanya xo bo maf û daxwaziyên wan dubare kir.
Di peyama serok wezîran da amaje bi wê çendê jî hatîye kirin, ku d bizav û têkoşînên xo da dê diberdewam bin heta ku rewşa Şingalê asayî bibîteve, bo hindê ku aware bikarin vegerne ser mal û halên xove.